Fatih Gazioğlu
12 Nîsan 2019•Rojanekirin: 15 Nîsan 2019
Fransayê di sala 1524an da li bakur û rojavayê Afrîkayê dest bi fealiyetên mêtîngeriyê kir.
Ji sedî 35ê axa Afrîkayê ji 300 salan zêdetir di bin kontrola Fransayê da ma.
Senegal, Diranê Fîl û Benîna welatên Afrîkayê çendîn salan navendên bazirganiya koleyan ya Fransayê bûn.
Gelek welatên Afrîkayê piştî Şerê Dinyayê yê Duyemîn ji bo serxwebûnê serî hildan. Fransayê bi metodeke tundî midaxeleyî van serhildanan kir û di bûyeran de ji 2 milyonî zêdetir kes hatin kuştin.
Di dema Şerê Dinyayê yê Duyemîn de gelek Cezayîran li aliyê Fransayê şer dikir. Piştî demeke din Cezayîrî jî rabûn ser xwe û çalakî li dar xistin.
Di bûyeran de bi hezaran Cezayîrî ji hêla eskerên Fransayê va hatin kuştin.
Fransayê 8ê gulana sala 1945an li bajarên Setîf û Guelmaya bajarên Cezayîrê qetlîam kirin. Qetlîamên Fransayê heta îlana serxwebûna Cezayîrê ya 1962an dewam kirin.
Di şerê serxwebûnê yê Cezayîrê da milyonek meriv ji ber êrîşên eskerên Fransayê mirin.
Fransayê ji sala 1830yî vir va dijî civata Cezayîrê komkujiyên çandî jî dike.
Fransayê gelek berhem û sembolên ku ji dema Osmaniyan mabûn yan xira kirin û yan jî li gorî kêfa xwe guherandin.
Li Rûandayê di sala 1994an li komkujiyeke mezin çêbû û di bûyeran da ji 800 hezar kesî zêdetir meriv hatin kuştin. Piştî çend salên din derket holê ku di komkujiyê da rola Fransayê jî heye.