Dmitri Chirciu
02 Hezîran 2025•Rojanekirin: 03 Hezîran 2025
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku 162 balafirên bêmirov (ÎHA), bişev ji aliyê sazûmana parastinê ya esmanî va hatin xistin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat ragihandin, Ukraynayê bi ÎHAyan bişev êrîş bir ser axa Rûsyayê.
Duh bi saeta herêmî ji saet 20.00î heta saet 02.00yan, 162 balafirên bêmirov, ji aliyê sazûmana parastinê ya esmanî ya Rûsyayê va hatin xistin. Hat ragihandin ku ji vana 57 li Kurskê, 31li Belgorodê, 27 li Lipetskê, 16 li Voronejê, 11li Bryanskê, 11li Ryazanê, 6 li Oryolê, 1li Tambovê û 2 jî ji ser Kirima îlheq hatin daxistin.
Duh hatibû ragihandin, Ukraynayê bi ÎHAyan êrîş biriye ser herêmên eskerî yên Rûsyayê yên wekî Murmansk, Ryazan, Îrkutsk û Îvanovoyê.