Haydar Şahin
15 Adar 2018•Rojanekirin: 16 Adar 2018
İSTANBUL
Mihemed Farîsê astronotê ji Sûriyeyê diyar kir ku şerê li Sûriyeyê şerê navxweyî nîne şerê azadî û heysiyetê ye û wiha got: "Em ê bi aştiyane û leşkerî ji bo azadî û heysiyetê têkoşîna xwe bidin."
Farîs daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku pêşvajoya şerê li welatê wan gihîşte 7 salan lêbelê hê hêviya xwe nebirîne, ligel zextekî mezin wekî têkçûyîn fehm nakin.
Farîs wiha pê da çû: "Şoreşa Sûriyeyê ji bo azadî û heysiyet û ji nifşên teze ra avakirina pêşerokejê baş ji dilê gelê Sûriyeyê derket. Ji ber vê jî şoreşa li Sûriyeyê ew ê dewam bike. Ligel hemû tengasiyan em ê dewam bikin. Hêviya min a ji siyasetmedarên ji Sûriyeyê yên li dervayê welêt û şervanên li nav welêt ew e ku şaşiyan sererast bikin û rêya ku diçe azadiyê jinûva amade bikin."
Faris bi bîr xist ku şoreşa li Sûriyeyê bi çalakiyên aştiyane dest pê kir, bi zora rejimê û hêzên nebaş sîlah hildan destê xwe û wiha axivî:
"Ji ber vê jî şerê li Sûriyeyê şerê navxweyî nîne şerê azadî û heysiyetê ye, bi tenê ev e. Em ê bi aştiyanî û leşkerî ji bo azadî û heysiyetê têkoşîna xwe bidin. Ji bo ku heq û heqaniyetê biaxivim û dengê xwe bidim bihîstin ez di destpêka şerê li Sûriyeyê da hatim Tirkiyeyê. Ji ber vê jî min mala bi malbata xwe ra hîşt û ji sînor derbas bûm. Lewra li Tirkiyeyê azadiya axaftinê heye. Ji bo ku qala qetlîam, zilm û zordariya li welatê xwe bikim ez hatin Tirkiyeyê."
Farîs ji ber ku ji 3,5 milyon penaberî ra malxwedîtiyê dike ji Tirkiyeyê ra sipas kir û got ku Esed Dîktator e, hetanî ku bigihîjin xeyala xwe ya ji bo azadî, heysiyet, welatê demokratîk ew ê şoreşê bidomînin.