07 Nîsan 2017•Rojanekirin: 08 Nîsan 2017
TEHRAN
Elaeddîn Burucerdiyê Serokê Komisyona Polîtîkayên Karên Derva û Ewlekariya Neteweyî ya Îranê der barê bûyera bi destê DYAyê êrîşkirina baregeha hewayê ya Sûriyeyê da got, "Rûsya û Îranê bêdeng nemînin".
Burucerdî daxuyanî da ÎCANAya ajansa xeberên Meclisa Îranê û got, "Rûsya û Îranê li ber van êrîşan bêdeng nemînin."
Burucerdî êrîşa DYAyê wek "bêaqilî" nirxand û îdia kir ku di destê rejima Esed da sîlahên kîmyewî tunin.
Artêşa DYAyê diyar kiribû ku wek berteka li dijî êrîşa bi sîlahên kîmyewî ya rejima Esed hêzên hewayê yên Amerîkayê ji keştiyên li Rojhilatê Behra Sipî 59 fuzeyên Tomahawkê avêtin Baregeha Hewayê ya Şayratê ya rejima Sûriyeyê.