TEL AVÎV
Serokwezîrê Îsraîlê yê berê Arîel Şaron li nexweşxaneya ku 8 sal e di komayê de bû mir. Radyoya Îsraîlê diyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê yê berê Şaron di 85 saliya xwe de mir û di dema sekerata wî de ji malbata wî hin kes li bal wî bûn.
Piştî mirina Şaron Serokomarê Îsraîlê Şîmon Peres daxuyanî da û got: "Arîk (Şaron) pêşengekî wêrek bû û ji gelê xwe hez dikir. Hevalê min ê hêja birêz Şaron di şerê xwe yê dawîn de têk çû. Ew leşkerekî ku him ji gelê xwe û him jî ji welatê xwe hez dikir bû. Ji avakar û parêzvanê Îsraîlê yek bû. Serê malbata wî sax be."
- Arîel Şaron kî ye?
Arîel Şaronê ku Serokwezîrê Îsraîlê yê berê û avakarê Kadîmaya partiya muxalefetê bû di 14 saliya xwe de tevlî artêşa Îsraîlê bû. Li zanîngeha Tel Avîvê perwerdehiya hiqûqê dît. Di sala 1967an de tevlî "Şerê 6 Rojan" bû û di 1972an de jî ji artêşê veqetiya. Di 6ê cotmeha 1973an de hemû Nîvgirava Sînayê ya Misrê hilda bin qontrola xwe. Ev şerê ku rastî cejna dînî ya cihûyan hat bi navê "Yom Kîppûrê" tê binavkirin. Li ser vê rewşê artêşê gazî Şaron kir.
Arîel Şaron di sala 1973an de ket parlementoya Îsraîlê ku jê re dibêjin Knesset û di 1982an de jî bû Wezîrê Parastinê. Şaron fermana komkujiya qampên Sabra û Şatîllaya ku li Libnanê penaberên Filistînî tê de diman da. Di vê komkujiya bi emrê Şaron hat kirin 3 hezar û 500 Filistînî hatin kuştin û hat diyarkirin ku ji hezar û 800î zêdetir kes jî winda bûne. Ev komkujî di dîrokê de wek "Komkujiya Sabra û Şatîllayê" tê zanîn. Komîsyona Kahanê ya ku ji aliyê Îsraîlê ve di sala 1973an de hat damezrandin Şaron ji ber vê bûyerê sucdar qebûl kir û piştî darizandinê Şaron ji wezîrtiyê hat dûrxistin. Şaronê ku di navbera 1990 û 1992an de wezîrtiya Wargehiyê kir, Şeriaya Rojava û Xezzeya ku Îsraîlê di şerê 1967an de dagir kiribû ji bo wargehiyê vekir.
Şaron di sala 1998an de bû Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê, di 1999an de jî bû serokê Partiya Lîkûdê. Şaron di sala 2000î de, di bin parastina polêsan de ket Mescida Eqsayê û ev bû sedema Întifadaya 2yemîn.
Şaron di navbera 2001 û 2006an de Serokwezîriya Îsraîlê kir. Di 2005an de ji partiya Lîkûdê veqetiya û Partiya Kadîmayê ava kir. Di sala 2006an de xwîn ket mêjiyê wî û ev 8 sal bû ku di komayê de bû.