BRUKSEL
Li Komara Afrîkaya Navîn di navbera komên misilman û xiristyan de pevçûn çêdibin. Yekîtiya Ewropayê (YE) jî biryar da ku hêzên leşkerî bişîne wir.
Li gor biryara Komîteya Nûnerên Daîmî yên YEyê, YE hêzên leşkerî dê bişîne Banguiya paytexta Komara Afrîkaya Navîn.
Herêma balafirgehê di bin kontrola fransiyan de ye. Li bendê ne ku hêzên YEyê yên hevpar li wir wezîfeya xwe bikin, sivîlan biparêzin û bibin alîkar ku alîkarî mirovan bê belavkirin.
Di 20ê çileya paşîn de wezîrên karên derve yên YEyê dê biryara dawîn ya ku der barê şandina leşkeran de bidin.