Türkan Tosun
07 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2020
Sererkanê Amerîkayê Mark Mîlley got wan îstixbaratek hildaye ku Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê amadehiyan dike êrîşî hêzên Amerîkayê bike û heke wan Silêmanî nekuşta ewê li hemberî hêzên Amerîkayê xemsar tevbigeriyana, ji ber vê ew hatiye kuştin.
Orgeneral Mîlley bi Wezîrê Parastinê Mark Esper ra li Pentagonê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Mîlley der barê kuştina Qasim Silêmanî da got hin agahiyên îstixbaratê gihîştiye wan ku Silêmanî amadehiya êrîşê dike û wiha axivî: "Baweriya min bi wê agahiya îstixbaratê heye. Em mecbur man ku gavê bavêjin. Acil bû û zelal bû."
Mîlley wiha dewam kir: "Rasterast wê êrîşî kê û li kû bikira ma eşkere bû? Na. Lê li hemberî hêzên Amerîkayê yên li herêmê hêza pevçûnê kordîne dikir, planan çêdikir û hêzan bi rê va dibir. Ji bo ewlehiya çavkanî û rêbaza îstixbaratê ez nikarim zêdetir agahî bidim. Ez dikarim bibêjim hinek dibêjin me îstixbarat ji xwe ra kiriye hincet, an jî em derewan dikin, lê him di civînên girtî da û him jî ji raya giştî ra dikarim vê bibêjim, heke me biryara Silêmanî neda, emê li hemberî hêzên Amerîkayê xemsar tevbigeriyan."
- Esper: "Tesîra biryara Iraqê tune"
Wezîrê Parastinê Mark Esper jî li ser pirseke "Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje ewê êrîşî saziyên çandî yên Îranê bikin" wiha got: "Emê li gor qanûna pevçûnê ya biçek tevbigerin."
Parlamentoya Iraqê biryar da ku eskerên Amerîkayê ji welêt vekişin, der barê vê biryarê da jî Esper got gelê Iraqê dixwaze Amerîka li welêt bimîne.
Esper der barê biryarê da wiha got: "Heke hûn dengdayînê binêrin, Kurd beşdar nebûn. Şiî li serê lûleyê ne, lewra komên Îran piştgiriyê dide gefan li wan dixwin. Ev rewşeke xirab e ku gelê Iraqê di nav da ye."
Der barê pirsa dengdayîna parlamentoya Iraqê da Esper got li gor Amerîkayê tu tesîra wê tune, jixwe Parlamentoya Iraqê jî vê yekê anî ziman.