Önder Beyter
07 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2020
Nûnerê Bilind ê Peywendiyên Derva û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell di daxyaniya xwe ya li ser Twitterê da ragihand ku Wezîrên Karên Derva yên YEyê, roja înê piştî nîvro ji bo nirxandina rûdanên li Îran û Iraqê dê bicivin.
Borrell diyar kir ku ji bo hêsakirina tansiyonê li herêmê, YE dê berpirsyariya xwe bîne cih.
- Kuştina Silêmanî
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) 3yê rêbendanê ragihandibû ku Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebu Mehdî el-Muhendis di êrîşa ku nêzî Balafirgeha Bexdayê hat kirin da hatin kuştin.
Di êrîşê da ligel Silêmanî û serbazên Îranî, 10 kesên ku di navê da Mihendis jî heye, hatibûn kuştin.
Rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî di daxuyaniya xwe ya piştî êrîşê da wiha gotibû, "Bi çûyîna wî, karê ku wî dikir dê neyê rawestandin û rêya wî dê neyê girtin. Întiqameke tehl li benda sûcdaran e."
Xameneyî li welêt 3 roj şîn ragihandibû û alîkarê Silêmanî, Tuxgeneral Îsmaîl Qaanî di şûna Silêmanî da tayîn kiribû.
Ji aliyê din va jî rêveberiya Tehranê piştî kuştina Silêmanî ragihandibû ku wan hemû teahudên xwe yên di peymana nukleerê da rawestandin û ew ê tu teahudeke li ser dewlemendkirin, depokirin, lêkolîn û pêşdabirina uranyumê da neynin cih.