Mümin Altaş
18 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi diyarî Togga otomobîla xwemalî ya ewil a Tirkiyeyê da Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman.
Erdogan û Prensê Welîehd Selman li Qesra Al Salamê yek bi yek û heyetî hevdîtin kirin.
Piştî hevdîtinan Serokomar Erdogan ji Prensê Welîehd Selman ra Togga ku rengê wê spiyê Pamukkaleyê ye, diyarî kir.
Serokomar Erdogan û Prensê Welîehd Selman li hewşa Qesra Al Salamê qasekî li dora Toggê geriyan û ser axivîn.
Erdogan bi Togga ku Prensê Welîehd Selman ajot va hat otêla xwe.