Elif Orhan
16 Hezîran 2016•Rojanekirin: 16 Hezîran 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya ser telefonê ya bi Barack Obamayê Serokê DYAyê re de diyar kir ku êrîşa li Orlandoyê car din nîşan da ku civaka navneteweyî dijî terorê hevpar têkoşîn bide û destnîşan kir ku bi tu awayî nikarin terora ku yek ji sûcên herî mezin ên ku dijî mirovahiyê tê kirin e û îslama ku dînê aştiyê ye li hev bînin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin bidestxistin Erdogan duh telgrafa sersaxiyê şand Obama re û îro jî li ser telefonê bi Obama re axivî. Erdogan di axaftinê de sersaxî da Obama û bal kişand ku êrîşa li Orlandoyê car din nîşan da ku civaka navneteweyî dijî terorê hevpar têkoşîn bide.
Erdogan destnîşan kir ku dîn û neteweya terorê tune û da zanîn ku bi tu awayî nikarin terora ku yek ji sûcên herî mezin ên ku dijî mirovahiyê tê kirin e û îslama ku dînê aştiyê ye li hev bînin.
Hat ragihandin ku Obamayê Serokê DYAyê jî ji ber hesasiyeta wî spasiya Erdogan kir û her du serok di serî de Sûriye bal kişandin ser berdewamkirina hevkarî û îstişareya di her qadê de ya li Rojhilata Navîn.