Haydar Şahin
29 Hezîran 2019•Rojanekirin: 29 Hezîran 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya temasên Lûtkeya Serokan a G-20ê da bi Theresa May a Serokwezîr a Îngiltereyê ra hat ba hev.
Hevdîtin li Navenda Fuarê ya INTEX Osakayê hat kirin û 45 deqîqeyan dewam kir û çapemenî hilnedan hevdîtinê.
Di qebûlê da Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak û Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Serokê MÎTê Hakan Fîdan jî amade bûn.