Haydar Şahin
29 Hezîran 2019•Rojanekirin: 29 Hezîran 2019
Serokomariyê der barê hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump da daxuyanî da û ragihand ku Serokomar Erdogan ji Trumpê Serokê Amerîkayê ra qala biryardariya bicîanîna hewcedariya ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê kir.
Di daxuyaniya Serokomariyê da wiha hat gotin:
"Di hevdîtina Erdogan û Trump da têkiliyên dualî û geşedanên li Sûriyeyê û mijarên herêmî hatin nirxandin.
Di hevdîtina Erdogan û Trump da hedefa bazirganiya 75 milyar dolarî digre ji nû va hat teyîdkirin û gavên werin avêtin hatin nirxandin.
Erdogan bi Trumpê Serokê Amerîkayê ra fikarên xwe yên li ser hewlên dibe ku zirarê bidin hevkariya stratejîk parve kirin."