İbrahim Atmaca
30 Nîsan 2018•Rojanekirin: 30 Nîsan 2018
TAŞKENT
Serokomarê Ozbekistanê Şevket Mîrziyoyev xwarina fermî da û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî xwarina ku seba rûmeta wî hat dayîn, bû.
Xwarina ku Mîrziyoyev ji bo rûmeta Serokomar Erdogan da li Koksarayê bêyî çapemeniyê hat dayîn.
Di xwarinê da digel Serokomar Erdogan Sererkan Orgeneral Hulusî Akar, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Alîkarê Serokwezîr Hakan Çavuşoglu, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Faruk Ozlu, Wezîra Xebat û Ewlwhiya Civakî Julîde Sarieroglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Bulent Tufenkcî, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Numan Kurtulmuş, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, Serokê Karûbarên Diyanetê Alî Erbaş cih girtin.