Türkan Tosun
08 Nîsan 2018•Rojanekirin: 08 Nîsan 2018
SÎÎRT
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan îro wê bê Sêrtê, beriya ziyareta wê li bajêr kelecanek heye.
Erdogan ji bo ku beşdarî Kongreya Bajêr a Asayî ya 6emîn a partiya xwe bibe wê bê Sêrtê. Ji ber vê wêneyên Erdogan û alayên Tirkiyeyê li bajêr hatin daliqandin.
Afîşên ku li ser "Birêz Serokomarê Me hûn bi xêr hatin memleketê me", "Dinya ji 5an mezintir e", "Yek milet, yek ala, yek dewlet" û "Hûn bi xêr hatin bajarê ewliyayan" nivîsandî li ser bîlboardan hatin daliqandin.
Welatî Îsmet Açikgoz ji nûçegihanê AAyê re got çavê wan bi rêya Serokomar Erdogan e û wiha axivî: "Em di vê ziyareta Sêrtê da hêviya mizginiyên wî ne. Em kêfxweş in."
Îsmet Kizilay jî got ew kelecan e û piştgiriya Serokomar Erdogan piştgiriya dozeke neteweyî ye.
Veysel Akkoyun jî got ew ji ber hatina Erdogan kêfxweş e.