Nihat Kavşut
28 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2020
Hêzên rejima Beşşar Esed bi alîkariya esmanî ya Rûsyayê li rojhilatê başûrê Îdlibê 15 cî û war bi dest xistin û navenda Maarratunnumana navçeya herî mezin ya Îdlibê dorpêç kirin.
Artêşa rejima Esed û hêzên rejimê ku ji komên terorîst yên biyanî pêk tê û Îran destekê dide ji bejayê va li rojhilat û başûr û başûrê Îdlibê pêşva diçin.
Hêzên rejimê piştî pevçûnên mezin yên bi mixalif û komên dijî rejimê ra li rojhilatê başûrê Îdlibê 15 cî û warên li derdora Maarratunnumanê bi dest xistin.
Hêzên rejima Beşar Esed bi alîkariya esmanî ya Rûsyayê li rojhilatê başûrê Îdlibê Hamidiye, Bsîda, Kefer Basîn, Babolîn, Es Salihiye, Dar es-Selam, Deyr Xerbî, Tkad, Sihyan, Maarhatat, Babila, Qahira, Masaran, Dana û Kefer Rumaê bi dest xistin û navenda Maarratunnumana navçeya herî mezin ya Îdlibê dorpêç kirin.