Ahmet Aydın
28 Îlon 2016•Rojanekirin: 29 Îlon 2016
QUDS
Serokomarê berê yê Îsraîlê Şimon Peresê 93 salî ku berî nuha bi 2 hefteyan ji ber felcê rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniya li ser malpera fermî ya Nivîsgeha Çapemeniyê ya Serokwezîriya Îsraîlê da, ji bo Peres peyamên sersaxiyê hatin weşandin.
Di daxuyaniyê da hat gotin, "Nivîsgeha Çapemeniyê şîna Serokwezîr û Serokomarê berê yê Îsraîlê Peres digire. Peres ji beriya damezrandinê heta nuha ji bo dewletbûna Îsraîlê kesayetiyek gelekî giring bû."
Peresê ku ji 2007an heta 2014an posta serokomariyê rêvebir, 13ê Îlonê felcê lê dabû û rakiribûn nexweşxanê. Peresê ku li Nexweşxaneya Tel Heşumêra Tel Evîvê tedawî didît, duh êvarê rewşa tendirustiya wî giran bûbû, bi mebesta dermankirinê wî ji hiş da xistibûn û bi cîhaza hilmvedanê va hatibû girêdan.
Şimon Peresê ku sala 1923an li Belarûsê weke kurê bazirganekî dewlemend hatibû dinê, sala 1934an da koçî Filistîna ku wê demê di bin fermanrewiya Brîtanya da bû, kir.
Peresê ku 48 salan li Knêsetta Îsraîlê parlementerî kir, posta serokwezîrî û serokomariyê jî sitend. Peres posta serokomariya di meha temûza sala 2014an da radestî Rovîn Rîvlîn kiribû.