27 Îlon 2016•Rojanekirin: 28 Îlon 2016
SILÊMANÎ
Li Silêmaniya Herêma Kurdistana Iraqê û herêmên li dorbera wê ji bo miaşên karmendan û pirsgirêka di dayîna miaşan da meş û çalakiyên protestokirina hikûmetê hatin kirin.
Karmendên ku piraniya wan mamoste bûn li Silêmaniyê civiyan û digel pankartan ku li serê digotin "miaşê me li ku ma", "dahata neftê li ku ye" û "hikûmet dev ji gendeliyê berde" ber bi avahiya walîtiyê va meşiyan.
Li Ranyaya navçeya Silêmaniyeyê jî karmend û welatiyên ku piştgirî dan wan civiyan, agir berdan lastîkan û xwestin ber bi avahiya qaymeqamtiyê va bimeşin. Li wir hêzên ewlehiyê destûr nedan û rageşî derket. Çalakvanan bi keviran êrîşî hêzên ewlehiyê kirin û kevir avêtin avahiya qaymeqamtiyê û rê girtin. Li Qeladuzêya navçeya Silêmaniyeyê jî çalakvanan daxuyanî dan, rê girtin û li ser kolanê agir berdan lastîkan.
Li bajarê Helebceyê ku lê xwepêşandanên navborî lê hatin darxistin jî, melayên mizgeftan kom bûn û destnîşan kirin ku piştevaniya daxwazên xwepêşandaran dikin û xwestin ku di kurtedemekê da mûçe bêyî qutkirin û di wextê xwe da bên dayîn. Li Seyîdsadiqa navçeya Helebceyê jî karmend û welatî kom bûn û herwekî deverên din çalakî li dar xistin. Xwepêşandaran paşê rêya serekî ya Silêmanî-Helebceyê birîn û nehiştin wesayît derbas bibin.
Li bajarê Silêmaniyê ku Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Tevgera Gorranê xwedan bandor in, çalakiyên dijî hikûmetê tên lidarxistin. Li aliyekî jî li bajarê Hewlêr û Duhokê ku li wir Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) lê xurt e, tu xwepêşandan tunene û ev yek jî balê dikişîne.
- Tevdîrên ewlekariyê pir xurt in
Li bajarê Silêmaniyê seba ku di xwepêşandanên dijî hikûmetê da tu zirar û ziyan çênebe û kes pê neêşe, hêzên ewlekariyê di pileya herî bilind da tevdîrên xwe wergirtin, hin rê birîn.
Hat ragihandin ku Qubad Talebaniyê Alîkarê Serokê HKIyê jî, ji bo bûyerên ku par di cotmehê da qewimîn dîsa neqewimin, do çû bajarê Silêmaniyê û bi rayedarên ewlekariyê ra hat ba hev.
"Îraniyan garantî dan ku çalakvanê êrîşî avahiyên PDKê nekin"
Ethem Barzaniyê Berpirsê Silêmaniyê yê PDKê do di daxuyaniya xwe da gotibû, "Li bajarê Silêmaniyê di civîna ku me bi heyeta Îranê ra kir da îraniyan garantî dan ku çalakvanê êrîşî avahiyên PDKê nekin. Me jî ji wan ra got ku tiştekê wisa bibe em nikarin garantiyê bidin ku li herêmên din avahiyên YNKê neyên kevirkirin."
Di cotmeha 2015an da li Silêmaniyê di çalakiyên dijî hikûmetê da çalakvanan êrîşî avahiyên PDKê kiribûn û tundî bi kar anîbûn li ser vê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê Gişkî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî Tevgera Goranê wek berpirsê êrîşan nîşan dabû û 4 wezîrên ji Giranê ji wezîfeyê hildabû.
- Qeyrana aboriyê li HKIyê çawa dest pê kir
Hikûmeta HKIyê ji çileya paşîn a 2014an pê ve nefta xam a ku ji bîrên li herêma xwe derdixe ji hikûmeta navend a Iraqê bi awayekî xweser bi xetên boruyan ên li ser Tirkiyeyê difroşe dinyayê. Piştî vê biryara HKIyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de qeyrana budçeyê dest pê kir. Serokwezîrê wê heyamê Nurî Malikî bertek nîşanî vê tevgerê dabû û biryar dabû ku budçeya HKIyê li gor mafê zagonê ya ku ji sedî 17an pêk tê ji HKIyê re neyê şandin. Ev têrê nekir, Bexdayê biryar da ku mehaneya milyonek û 400 hezar karmendên li HKIyê jî neyê şandin.
Piştî van biryaran HKIyê dest pê kiribû nefta xwe firotibû. Lê piştî demekê bihayê neftê pir kêm bûbû, rêxistina terorê DAEŞê êrîşan dabû dest pêkirin, gelek penaberan koçî HKIyê kiribûn. Ev jî bûbûn sedem ku li HKIyê qeyraneke aboriyê ya mezin çêbibe. Ji ber van tiştan hikûmeta Hewlêrê hê jî mehaneyên karmendan dereng û kêm dide.