Elif Orhan
17 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku divê alaya Iraqê li her derê welêt bê daliqandin û referandûma Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di rabirdûyê de ma.
Serokwezîr Îbadî li qesra hikûmetê ya li Bexdayê civîna çapemeniyê kir û got ku "Min hişyarî da rayedarên HKIyê ku dê referandûm di serî de zirarê bide berjewendiyên kurdan. Referandûm êdî xilas bû û di rabirdûyê de ma. Alaya Iraqê ya hemû iraqiyan e. Divê li derê welêt bê daliqandin."
Ebadî got ku "Ezê li welêt nekevim nav tu şerên navxweyî. Wekî ku min berê jî ragihand ez hê jî girêdayî soza xwe ya li hemû welêt tetbîqkirina otorîteya rêveberiya federal im."
Serokwezîr Ebadî got ku "Ez hişyarî didim ku bila zirarê nedin welatiyên Kerkûkê û bûyerên şewitandina alayê teşebûsên niyedxirab in" û ji bo ku li Kerkûk û herêmên binîqaş çalakiyên provokatîf neyên kirin hişyarî da.
Serokwezîrê Iraqê her wiha da zanîn îdiayên dibêjin ku li paşxaneya di dema operasyona Kerkûkê de paşvekişîna pêşmergê de şertê "Li HKIyê avakirina sê rêvebiriyên federal ên cuda" heye rast nînin.