Elif Orhan
17 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
BERLÎN
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabrîel diyar kir ku ji ber geşedanên di navbera Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û hikûmeta Iraqê de gelekî bifikar in.
Gabrîel di daxuyaniya xwe ya nivîskî de da zanîn ku di axaftina xwe ya duh de gote Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê ku divê tu kes jê bawer neke ku dê bikarin rageşiya li herêmê bi rêbazên eskerî çareser bikin.
Gabrîel got ku "Bereksê wê zêdekirina rageşiyê dê hemû aliyan qels bike û berî her tiştê Iraqê û herêmê bi awayekî mayînde bêîstiqrar dike." û bangî hemû aliyan kir ku li Iraqê biîtidal tevbigerin û hevdîtinên rû bi rû bikin.
Gabrîel got "Em ji ber îxtilafa di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û hikûmeta Iraqê de bifikar in."
Gabrîel diyar kir ku ji bo dahatûya welêt û ewlehiya hemû herêmê divê têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê jî di dahatûyê de bibe tiştê herî girîng û nirxandina "Çalakiyên eskerî divê demildest bên rawestandin û ji pêngavên ku dê rageşiyê zêde bike dûr bisekinin. Berpirsyariya her kesê ye ji bo ku nelihevkirin ji rêyên aştiyane bên çareserkirin û vegerin ser maseya mizakereyê û destpêkirina diyaloga çêker."