Ferizat Kaya
23 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2017
AMMAN
Hat ragihandin ku Melikê Urdinê Ebdullahê 2emîn û Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî li ser têkiliyên dualî û geşedanên herêmî, hevdîtin kirin.
Li gorî daxuyaniya Dîwana Melîkîtiyê, Melik Ebdullah Îbadiyê ku ji bo geşedanên siyasî hat Urdinê li paytext Emmanê qebûl kir. Di hevdîtinê da mijarên têkiliyên dualî, geşedanên herêmî, di qada aborî û ewlehiyê da hevkarî û tekoşîna dijî terorê, hat nirxandin.
Ebdullah ragihand ku piştgiriyê didin ewlehî, îstiqrar û yekpareyiya Iraqê.
Evdila got: "Iraqa ewle, biîstiqrar û neperçekirî ji bo ewlehi û îstiqrara herêmê pir girîng e" û ragihand ku bi qeweta xwe piştgiriyê didin Iraqê.
Îbadî jî der barê tekoşîna dijî çeteyên terorî, serfîraziyên tên bidestxistin û vîzyona Iraqê ya der barê herêmê de agahî da Melik Ebdullah.