Muhammet Kurşun
23 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Hat ragihandin ku dê Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê roj sêşemê vebe û xebatên xwe bidomîne.
Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê roja sêşemê wek dema civîna parlamentoyê destnîşan kir û daxwaz ji wekîlan kir ku di wextê xwe de başdar bibin.
Di daxwaznameya ji bo parlamenteran hatiye şandin de hat diyarkirin ku Serokatiya Parlamentoyê li gor benda 1ê madeya 5ê û benda 2ê madeya 17ê ya Rêziknameya Navxweyî ya Parlamentoya Kurdistana Iraqê ku bi jimara 1ê di 1992an de derketiye, Desteya Serokatiya Parlamentoyê biryar daye. Li gor vê daxwaznameyê parlamenter ji bo civîna asayî tên vexwendin.
Civîn dê 24ê Çiriya Pêşîn a 2017an roja sêşemê seet 11.00an dest pê bike.