BEXDA
Hat ragihandin ku Serokê Meclîsa Iraqê Ûsame En-Nûceyfî û heyata parlementoyê hefteya pêş me dê serdana Tirkiye û Îranê bikin.
Li gor daxûyaniya nivîskî ya ku ji ofîsa çapemeniyê ya Nûceyfî, hefteya pêş me Nûceyfî û heyeta pê re ji bo hin hevtîtinan dê Tirkiyê û Îranê ziyaret bikin.
Hat destnîşankirin ku wê di hevdîtinan de li ser têkiliyan û pêşvebirina hevkariya di navbera parlementoyan de bisekinin.