ERZÎNCAN
Şampiyonaya Dinyayê ya Paraşûta Çiya ku li Erzîncanê hat lidarxistin, piştî merasima qûpayê bi dawî bû.
Li Erzîncanê 7 roj beriya niha şampiyoniyê dest pê kir û di çerçoweya vê merasimê de ji 42 welatan 127 werzîşvan beşdarî merasimê bûn. Werzîşvanan ji palên Çiyayê Keşîşê ji girika Çakirmanê ku bilindahiya wê 2 hezar û 30 metre ye, bi paraşûtê firîn.
Di klasmana giştî ya jinan de ji Rûsyayê Darîa Krosnova bû yekemîn, Renata Kûhnova ya ji Komara Çek bû duyemîn, ji Almanyayê jî Yvonne Datheyê sêyemînî bi dest xist.
Di klasmana giştî ya mêran de jî ji Almanyayê Manûel Nubel bû yekemîn, duyemîniyê jî ji Fransayê Jûlien Wîrtz, sêyemîniyê jî ji Avûstûryayê Alexander Schalber bi dest xist.
Di klasmana tîman de jî ekîba Ozonê bû yekemîn, tîma Abacê bû duyemîn û ekîba Woody Valleyê jî bû sêyemîn.
Werzîşvanên ku serkeftinê bi dest xistin, qûpayên xwe ji Waliyê Erzîncanê Abdurrahman Akdemîr, Şaredarê Erzîncanê Yuksel Çakir û Rektorê Zanîngeha Erzîncanê Prof. Dr. Îlyas Çapoglû wergirtin.
Merasima qûpadayînê li ber derê Şaredariya Erzîncanê hat lidarxistin. Piştî merasimê endamên protokolê bi werzîşvanan re wêneyên bîranînê kişandin.