Hemn Baban
23 Îlon 2017•Rojanekirin: 25 Îlon 2017
HEWLÊR
Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê ragihand ku dê sindoqên dengdanê ji bo referandûma serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê li nexweşxane, xaniyên pîran, girtîxaneyan û sengerên hêza Pêşmerge jî werin danîn.
Birêveberê Giştiyê Data li Komîsyona Bilind a Hilbijartinê Karwan Celal Şah daxuyaniyek da peyamnêrê AAyê û got:
"Li Herêma Kurdistana Iraqê li 2 hezar û 13 binkeyên dengdanê dê werin danîn û welatî dê herin raya xwe derbibirin. Li nexweşxanên ku ji 100 nivînan kêmtir nebin dê sindoq werin danîn. Li xaniyên pîran û girtîxaneyan jî heqê beşdarbûnê heye."
Ji bo sindoqên sengerên Pêşmerge jî wiha agahî da:
"Emê binkeyên dengdanê li sengerên Pêşmerge jî deynin. Ji ber ku şerê DEAŞê heye û rewş hestiyar e, dê Pêşmerge li sengerên xwe deng bidin. Ev cara yekem e ku sindoqên dengdanê diçin bereyên cengê."
Herwiha anî ziman ku li Duhokê 23 li Hewlêrê 10 û li Silêmaniyê jî li 3 kampan pêvajoya dengdanê birêve diçe. Li Kerkûk, Şengal û deverên din jî referandûm dibe."
Karwan Celal Şah, got divê di nava 72 seetan de encama pêşîn a referandûmê eşkere bikin, lê ew dê hewl bidin ku vê demê kurttir bikin.
Pêvajoya dengdanê 25ê Îlonê Roja Duşemê seet 8an dest pê bike û 6ê êvarî jî bidawî were.