Muhammet Kurşun
23 Îlon 2017•Rojanekirin: 24 Îlon 2017
HEWLÊR (AA)- Kurê Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî Pavêl Talebanî, îddia kir ku YNK û PDKê li ser texîrkirina referandûmê li hev kirine û bijarteya Emrîka, Ingîltere û NYê ji bo texîrkirinê guncan dîtine.
Li ser vê yekê Lijneya Bilind a Referandûmê bi daxuyaniyeke nivîskî îddiaya Pavêl Talebanî red kir û ragihand ku dê referandûm di wextê xwe de çêbibe.
Di daxuyaniya Lijneyê de wiha hat ragihandin:
"Hejmarek medya û saziyên ragihandinê, li ser bingeha nivîseke birêz Pavêl Talebanî wiha hatiye belavkirin ku qaşo PDK û YNK pakêta rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Emrîka û Fransa û Brîtanya pejirandiye û referandûmê encam nade."
Lijneyê ev îddia red kirin û diyar kir ku:
"Bi hemû aliyek radigihînîn ku ev nûçe çi bingeheke xwe tune û ji rastiyê dûr e û referandûm di dema xwe ya diyarkirî de tê encamdan."