10 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2016
HELEB
Li Heleba Rojhilatê bombebarana rejima Beşar Esed û alîgirên wê dewam dike û bi sedan sivîl digel tirs û talûkeya qetlîamê hewl didin ku li heyatê bimîne.
Rejim û alîgirên wê li Heleba Rojhilatê ku di destê mixalifan da ye û bi sedan sivîl lê dijîn ji 15ê mijdarê vir va ji hewa û bejajiyê va êrîş dike.
Her çiqas Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê destnîşan kir ku rejim ji bo ku sivîl bên tehliyekirin operasyonên xwe yên leşkerî yên li Helebê daye sekinandin jî li Helebê rewş neguheriye.
Hêzên rejimê û alîgirên wê 2 saet piştî daxuyaniya Lavrov ji hewa û bejayiyê va rojhilatê bajêr bomberan kirin.
Di nav 24 saetên dawîn da li Helebê 935 sivîl mirin û hin sivîl digel qelsbûna înternetê qeydên dengan ji nûçegihanên AAyê ra dişînin û dixwazin dengê xwe bigihînin dinyayê.
- "Em dixwazin di çavdêriya civaka navneteweyî da ji vir derkevin"
Mistefa Kamtiyê ji sivîlên Helebê der barê rewşa herêmê ya dawîn da wiha got:
"Nika 500 kes li hêviya tedawiya acil in û dibê demildest ji Helebê derkevin. Şahîdên me hê li erdê ne û nehatine rakirin. Li kuçeyan kesekî ku birîndaran rake an jî xilas bike tune. Ji bo ku merivan ji herêmê derxin dibê kordinasyon bê kirin. Meriv ji birçîna dimrin, ji bo zarokan şîr tune. Derûniya merivan zehf xirab bûye. Em li bendê ne ku çareseriyeke acil bê dîtin. Bawer bikin ku rewşa jin û zarokan qet baş nîne. Bi tena daxwaze ke me heye ew jî bi temînata navneteweyî meriv bên tehliyekirin. Heke rejim were vê herêmê em ditirsin ku tu kesê ji qetlîama wan xilas nebe."
"Malbatan birîndarên xwe li malên xwe hîştin û koç kirin"
Ciwat Rifaiyê ji gelê Helebê jî wiha axivî:
"Êdî malbat nikarin birîndarên xwe bibin ciyekî. Do hevalekî min kete malekê û dît ku malbatekî zarokê xwe yê birîndar li malê hîştiye û koç kiriye. Do xaltîkeke pîr a ku min li taxa xirabe dît bi girî ji min ra got ku meriv navên xwe li ser dîwaran nivîsîn û koç kirin çûn."
Mihemed El Ehmed jî got, "Beriya dorpêçê li Helebê 26 firin hebûn. Lê belê nika bi tenê 2 firin man. Dor bi dor nan derdixin. Serê malê 5 nanên loş didin."
Ehmed destnîşan kir ku rejimê ceyran jî li ser wan biriye, ji ber ku navendên parastina sivîlan û ekîb jî hatine bombekirin kes tune sivîlan ji binê xaniyên hilşiyayî derxe.
Di qeyda ku Serokê Meclisa Herêma Helebê ya girêdayî Koalîsyona Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê (SMDK) Brîtta Hecî Hesen ji AAyê ra şand da bi bîr xist ku hemû navendên tenduristiyê êdî xizmetê nadin.
Hesen got ku xwarin û xurek nemaye û wiha pê da çû: "Şoreşa Sûriyeyê rûyê rastîn ê dinyayê nîşan da. Neteweyên Yekbûyî li hemberî kuştin û qirkirinên tên kirin bê deng ma û nîşan da ku ew saziyeke kuştinan meşrû dike ye.
Li Heleba Rojava ya di bin kontrola muxalifan da li qada ji 15 kîlometreqereyî pêk tê nêzî 200 hezar sivîl hene.
Hêzên rejim û piştgirên wê ji 15 mijdarê vir va him ji hewayê û him jî ji bejayê êrîşan dibin ser herêmê û bi hezaran malbat li bendê ne ku bi ewlehî bên tehliyekirin.