10 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2016
HEWLÊR
Kurdên ji Sûriyeyê pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistanê ye kom bûn, lêferzkirin û binpêkirina mafên mirovan ên ku PYD/PKKê li Sûriyeyê dike protesto kirin.
Çalakî ji hêla Encumana Niştimanî ya Kurdî Li Sûriyeyê (ENKS) li bajarê Hewlêrê hat organîzekirin û penaberên di kampan da dimînin, kurdên ji Sûriyeyê û nûnerên partiyên siyasî yên di bin baskê ENKSê da ne û saziyên civakî cih girtin.
Çalakvan li ber ofîsa NYyê hatin bal hev û wêneyên kesên ji hêla PYDê va hatine girtin, di girtîgehan da ne û îşkence li wan hatiye kirin nîşan dan û pankartên li serê lenet li rêxistinê hatiye kirin bilind kirin. Hin çalakvanan jî destên xwe li zincîrê xistin û alaya Kurdistanê hildan.
- PYD wekîltiya li herêma kurdan a Sûriyeyê ya rejima Esed dike
Serokê ENKSê Îbrahîm Biro li ser navê çalakvanan daxuyanî da û got, "Em ev çalakiya ji bo şermezarkirina pêkanînên ku PYDyê ku ev 6 meh e, rejima Esed jî 50 sal e tînin serê gelê me li dar xist. PYD wekîltiya li herêma kurdan a Sûriyeyê ya rejima Esed dike. Rêxistin bi zorbedariya bêmesned nirx û mafên mirovan binpê dike."
Biro bal kişand ser sedema kombûna li ber Neteweyên Yekbûyî û got, "Em dixwazin ku rayedarên NYyê zorê bidin PYDê. Ji ber vê me lîsteya sûcên ku rêxistinê kiriye da wan."
Xalid Eliyê Nûnerê Hewlêrê jî wiha got: "Ji bo pêkutiyên PYDyê yên li Rojavayê protesto bikin, di serî da Hewlêr li hemû bajaran em banga çalakiyên şermezariyê dikin. Wek ENKS ji bo ku dengê me derkeve em ê çalakiyên xwe berdewam bikin."
Elî diyar kir ku beyannameya ku tê qala pêkutiyên PYDyê tên kirin û bi destê ENKSyê hatiye amadekirin teslimî rayedarên ofîsa Neteweyên Yekbûyî kirine û wiha xeberda: "Di beyannameyê da ji sala 2011an vir va pêkutiyên PYD û rejima Esed li gelê me dike, kuştina kesan, agahiyên kesên di girtîgehan da ne û agahiyên zarokên ji 18 salî biçûktir in û hatine ravandin hene."
Çalakî bêyî ku bûyer derkevin bi dawî bû.