11 Tebax 2016•Rojanekirin: 12 Tebax 2016
SUNRISE
Namzedê serokatiyê yê Partiya Komarparêz Donald Trump li Florîdayê di mitînga partiya xwe da xeberda û îdia kir ku DAEŞ ji gelek hêlan va siyanetê nîşanî Obama dide.
Trump di xeberdana xwe da navê Serokê DYAyê bi temamî wek "Barack Huseyîn Obama" bilêv kir û îdia kir ku "Obama damezrênerê DAEŞê ye" û "Namzeda Partiya Demokrat Hîllary Clînton jî yek ji şirîkên damezrênerên rêxistina terorê ye."
Qesra Sipî nexwest der barê îdiayên Trump da daxuyanî bide.
Donald Trump berê jî îdia kiribû ku Clînton damezrênera DAEŞê ye. Demeke dirêj e Trump Obama û Wezîra Karên Derva ya berê Clîntonê di mijara Rojhilata Navîn û DAEŞê rexne û tawanbar dike.
Trump ji ber biryara vekişandina leşkerên DAYyê ya ji Iraqê bertekeke tund nîşanî Obama dabû.