20 Adar 2017•Rojanekirin: 20 Adar 2017
GAZÎANTEP\HELEB
Li Sûriyeyê hezar û 354 sivîlên ku ji Waera navçeya navendê ya Humsê hatin tehliyekirin, gihîştin konbajarê li Cerablusê.
Duh nîvro qafîleya ku ji 32 otobusan pêk tê ji navçeya Waerê ku di bin dorpêça rejima Sûriyeyê da ye, bi rê ket û îro ber destê sibê gihîşt Baba navçeya Helebê. Herwiha qefîle paşê hat Cerablusê.
Li vir sivîl li konbajarê li gundê Amerne yê Cerablusê yê ku ji aliyê Serokatiya Rêveberiya Afat û Rewşa Acil (AFAD) va hat avakirin, hatin bicihkirin.
Midûrê Parêzgeha Gazîentabê yê AFADê Sînan Atakan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku wan li ser 12 donim erd ji bo 306 malbatî 230 kon vegirtin.
Atakan diyar kir dibe ku hatina sivîlan dewam bike û ji ber hindê wan 100 konên din jî vegirtin û wiha xeber da:
"Me ji bo malbatên ku hatin, hemû amadekariyên xwe temam kir, kon vegirtin. Me doşek û betanî danîn hundirê konan. Herwiha me seta mitfaq û hîjyenê da her malbatekê. Digel van av, kûmanya û alavên mayîn jî li van malbatan hatin belavkirin."