Muhammet Kurşun
06 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2017
SILÊMANÎ
Termê Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî gihîşt bajarê Silêmaniya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê.
Cenazeyê Celal Talebanî ku ji Berlîna paytextê Almanyayê dor seet 07.00an bi rê ketibû gihîşt Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê.
Ji bo merasima li Balafirgehê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Serkomarê Iraqê Fûad Masûm Cîgirên Serkomarê Iraqê Nûrî Malikî û Îyad Ellawî, Wezîrê Derveyî yê Îranê Mûhemmed Cewad Zerîf, Wezîrê Derveyî yê Urdinê, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Balyozê Emrîkayê li Bexdayê Douglas Silliman, berpisên navxweyî û derveyî bi awayekî berfireh beşdar dibin.
Piştî ku termê Talebanî gihîşt Balafirgehê, dê ji wir bibin Mizgefta Mezin nimêja wî bikin û li Debaşanê veşêrin.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serkomarê Berê yê Iraqê Celal Talebanî, piştî derbaskirina nexweşiyeke demdirêj do berêvarî li Almanyayê di 84 saliya xwe de wefat kir.