Nihat Kavşut
06 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2017
HUMUS
Li bakurê Humsa li Sûriyeyê di nav herêmên bêpevçûn da ye peymana agirbestê pêk hat.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê li Humusê mixalifên leşkerî û hêzên rejima Beşar Esed di çarçoveya pêvajoya li Astanayê hat destnîşankirin da li hev kirin.
Nûnerên sivîl û leşkerî yên mixalifan û rayedarên ji Rûsyayê yên rejimê temsîll dikirin li dorbera bakurê Humsê li beldeya Dar el-Kebîra di destê mixalifan ye hatin bal hev.
Li gor metna ket destê nûçegihanê AAyê li ser peymana agirbestê û şandina alîkariya însanî lihevkirin çêbûye.
Li gor agahiyan mixalifan lîsteya 12 hezar û 147 mehkûmên di girtîgehên rejimê da ne teslimî lijneya Rûsyayê kirine.
Fatîh Hassunê nûnerê Humusê yê Komîteya Bilind ya Mizakereyê ku bi destê mixalifan hatiye avakirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ev peyman di çarçoveya civîna Astanayê da hatiye kirin. Komên îmze avêtine lijneya mizakereyê ya mixalifan temsîl dikin. Em destûrê didin."
Li dorbera bakurê Humsê qederê 250 hezar sivîl 5 sal in di bin dorpêça leşkerên rejimê da ne.