Nîqaşên ser serokatiya, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzaniyê ku maweya peywira wî dê di 20 tebaxê de biqede de, berdewam dikin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Tevgera Goran û Partiya Civata Îslamî (Komel) dibêjin ku Barzanî piştî 20 tebaxê nikare li ser wezîfeyê bimîne. Ev partî dibêjin ku divê piştî vê dîrokê Ûsiv Mihemedê Serokê Parlementoya HKIyê wekaletiya serokatiya herêmê bike. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku Mesûd Barzanî serokê wê ye jî dibêje ji ber taloqkirina hilbijartinê ya serokatiyê divê Barzanî ser wezîfeyê bimîne.
Parlementerê PDKê û Serokê Komîsyona Zagonê yê Parlementoyê Vala Ferîd ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku dê Barzanî piştî 20ê tebaxê jî ser wezîfeyê be, lewra li gor qanûnan Serokê Parlementoyê nikare cîgiriya "serokatiya herêmî" bike.
Ferîd Esesertê Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk ê Kurdistanê jî destnîşan kir ku hetanî hilbijartinê ya serokatiyê dê Barzanî wezîfeyê bidomîne û wiha berdewam kir: "Barzanî dê erkên xwe bi kar bîne. Dê ji peywiran qismek jî dewrî hikûmet û wezareta pêşmergeyan bên kirin. Barzanî dê ji 20ê tebaxê şûnde wek serokê rêvebir an jî berwext wezîfeya xwe bike."
Bahar Mahmûdê Parlementerê Tevgera Goranê jî wiha xeberda: "Li gor zagona bi nimreya 15an, sedem çi dibe bila bibe, heke meqamê serokatiyê vala bimîne dê Serokê Parlementoyê wekaletiya vî meqamî bike. Ev bi awayekî vekirî di zagonê de hatiye destnîşankirin. Heke li hev du nekin, Serokê Parlementoyê dê ji 20 tebaxê dest pê bike û 60 rojî wekaletiya Serokatiya Kurdistanê bike."
Çend roj man ku maweya peywira Barzanî temam bibe, ji ber vê yekê li herêmê her diçe rageşiya siyasî jî gur dibe. 15 parlementerên Tevgera Goranê yên ku hewl dan ji Silêmaniyê derbasî Hewlêrê bibin bi hinceta ku hêzên ewlehiyê yên PDKê destûr nedane ku ew derbasî Hewlêrê bibin vegeriyabûn. Barzanî jî bo ev rageşî gurtir nebe, ji bo çareserkirina qeyrana serokatiyê bangî partiyên siyasî kir ku li parlementeyo kom bin û rêyeke çareseriyê bibînin.
- Sedema qeyranê taloqkirina hilbijartinê ye
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a HKIyê hin sedemên teknîk wekî hincet nîşan dabû û hilbijartina dê di 20ê tebaxê de bihata kirin paşve avêtibû. Barzanî jî plan dikir ku di hilbijartina 20 tebaxê de dîsa bibe namzed û 4 salan serokatiyê bike. Lê belê hilbijartin hat taloqkirin û ev jî bû sedema qeyrana serokatiyê.
Maweya peywira Barzanî di 20ê tebaxê de tijî dibe. Ji ber ku Saziya Hilbijartinê ya Bilind a HKIyê biryar dabû ku di wê dîrokê de hilbijartin neyê kirin, divê maweya peywira Barzanî bê dirêjkirin. Ji bo vê jî tê payin ku hemû partiyên di parlemetoyê de bên bal hev û gelhev biryarekê bidin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku Mesûd Barzanî serokê wê ye, dixwaze ku maweya peywira Barzanî bê dirêjkirin û hilbijartina serokatiyê ya ku tê taloqkirin jî bi raya gel bê kirin. Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Tevgera Goran û Partiya Civata Îslamî (Komel) di vê mijarê de bi temkîn in. Ev her sê partî jî dixwazin ku maweya peywira Barzanî bê dirêjkirin; lê li hemberî vê dibêjin bila erkên wî bên kêmkirin.
Masûd Barzanî di 2005an de, bi destê parlementoyê û di 2009an de jî bi raya gel, wek Serokê HKIyê hatibû hilbijartin. Di 2013an de maweya peywira Barzanî tîje bû lêbelê Parlementoya HKIyê maweya peywiraBarzanî heta 20 tebaxa 2015an dirêj kir. Parlemento niha ji bo dirêjkirina maweya peywira Barzanîamadehiyan dike, lê aloziya di vê mijarê de hê jî dewam dike. Partiyan jî ji bo dirêjkirina maweya peywira Barzanî hê li hev nekiriye.
Di parlementoya Kurdistanê de 111 parlementer hene. Ji van parlementeran 38 yên PDKê, 24 yên Goranê, 18 yên YNKê, 10 yên Yekgirtûyê, 6 yên Komela Îslamê ne. Parlementerên mayîn jî yên partiyên biçûk û komên kêmnetewe ne.