Nihat Kavşut,Haydar Şahin,Abdullah Tel
16 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2017
CEZAYIR Restorasyona Mizgefta Keçîovayê ya sembola serxwebûna Cezayirê û dostaniya Tirkiye û Cezayirê ya 500 salî hat temamkirin.
Mizgefta li herêma Kasbayê ya paytext Cezayirê ye û tê gotin di salên hezar û 500î da hatiye çêkirin di dîrokê da ji ber sedemên dagirkerî û şer ji bona armancên curbecur hatiye emilandin.
Li Cezayira ku 300 sal navendeke girîng ya Ocaxên Xerbê ya Dewleta Osmanî bû sala 1830yan da piştî dagirkeriya Fransayê 132 sal di heyama mustemlekeyê da gelek berhemên dîrokî xera bûn yan jî bi armancên curbecur hatine emilandin.
Mizgefta Keçîovayê ya li peravên Behra Sipî ye û yek ji sembolên Cezayirê ye piştî dagirkeriya Fransayê pêşî wekî depoyeke leşkerî û peyra ji bona serpîskoposên Cezayirê hatiye emilandin. Mizgeft di sala 1844an da xera dibe û di dewsa wê da dêreke mezin tê çêkirin û heta 1962an ku Cezayir serbixwe dibe wek katedral dimîne. Dema dikin dêr gel bertekeke mezin nîşan dide û di bûyeran da gelek kes dimirin, loma jî qada ber mizgeftê wek Meydana Şehîdan tê pênasekirin. Mizgeft piştî dagirkeriya Fransayê dibe sembola serxwebûna Cezayirê.
Piştî serxwebûnê avahî cardin dibe mizgeft û îna ewil lê kirin. Mizgefta Keçîovayê di sala 2003yan da ji ber erdhejê zirareke mezin dibîne. Di sala 2007an da ji ber ewlehiyê mizgeft tê girtin û di sala 20013yan da dema Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diçe Cezayirê mizgeft cardin tê rojevê. Bi lihevkirina herdu dewletan xebatên restorasyona mizgeftê TÎKA dimeşîne. Bi lijneyeke ji akademisyenan pêk tê neqaş û xetatên navdar xebatên restorasyonê dikin. Li gor agahiyên rayedaran di restorasyonê da hewl dane taybetiyên berê yên mizgeftê wenda nebin.

- "Xwezila qet dest nedin mabedan"
Piştî restorasyonê dîroknas û lêkolînerên ji Tirkiyeyê li Mizgefta Keçîovayê lêkolîn kirin û ji ber ku migeft li gor eslê xwe hatiye restorekirin jî kêfxweş bûn.
Prof. Îlber Ortayliyê ku tevlî lêkolînê bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ku ji bo Mizgefta Keçîovayê hat restorekirin zehf bextewar bû.
Ortayli wiha axivî: "Ji bo Cezayirê tevkariyeke girîng e, ji bo dîroka me jî. Înşaellah ji bo restorekirina Qesra Hesen Paşa jî firsendê çêbe. Ez kesên ku restore kirin pîroz dikim."
Prof. Îhsan Sureyya Sirma jî got mizgefta ku xistibûn katedral bi salan şûnda ji ber ku Tirkiyeyê dîsa vegerande mizgeftê bextewar bû.
Sirma got ku li Îspanyayê jî mînakên wiha hene û wiha pê da çû: "Berê mizgeft bûye, paşê xistine dêr, piştra dîsa vegerandina mizgeftê, mixabin li van herêman tiştên wiha tên kirin. Xwezila qet dest nedin mebedan."
Sirma got ji ber ku mizgeft restore kir û dîsa vekir TÎKAyê pîroz dike, daxwaza wî ew e ku tiştên wiha careke din neqewimin.
Sirma destnîşan kir ku destxet û xemlên mizgeftê zehf kaw in û got, "Bûye mizgefteke kaw a Osmaniyan, xizmeteke bi xêr û kêrhatî ye."
- "Ji bo me Cezayir quncê herî dûr ê Împaratoriya Osmaniyan bû"
Prof. Îdrîs Bostan got ku 7-8 sal berê hatibû mizgeftê, wê çaxê li ser Mizgefta Keçîovayê nîşanên fransiyan hebûn û merivan wetrê kateral bû.
Bostan got wê çaxê mimkûn nebû ku nîşana Îslamê li ser mizgeftê bibînin, rêça midaxeleyên berê bi eşkeretî li ser hebûn.
Bostan got ji ber ku Mizgefta Keçîovayê anîn vê astê zehf bextewar bû, mizgeft hem berhema dema Osmaniyan e hem jî ji bo dîroka Cezayîrê nîşan e.
Bostan bal kişand ku mizgeft zehf rind hatiye restorekirin, bi mîmarî, destxetên li ser û nivîsên hundir va vegeriyaye eslê xwe.
Bostan destnîşan kir ku ev xebatên ji bo Cezayirê tên kirin wê bi kêrî dîroka osmaniyan bê. Cezayir û derdora wê heyama Barbaros Hayrettîn Paşa jî di nav da bi qasî heyameke 300 salî da hatiye damezrandin û fireh bûye û li gor wext û hewcedariyan jî cih hatine avakirin.
Bostan axaftina xwe wiha domand: "Ji bo me Cezayir axa herî dûr a osmaniyan bû. Osmaniyan hebûna xwe ji ser Behra Spî dabûn destpêkirin û heta navendê dewam dikir. Ev rewş jî divê ji aliyekî va bi berhemên xwe bide naskirin û mohra xwe li vir bihêle. Wek vê mizgehtê gelek berhemên dîrokî yên ji osmaniyan mane li Cezayirê hene."
Bostan got ku herêm bi têkoşînên mezin va tê naskirin û dema osmanî tên vê derê li dijî Spanyayê piştgiriyeke mezin ji gelê herêmê dibînin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Bostan got: "Di nav berhemên çandî da pirtûk û arşîv hene. Lê zêde nayê zanîn ku di heyama osmaniyan da li Cezayirê berhemên nivîskî yên bi çi şeklî hene û ji bo tespîtkirina wan jî xebat bên kirin. Ji bo çand û dîrokeke hevkar derxistinê divê derfetên wiha bên nirxandin. Cezayir tevlî Tûnis û Trablusgarpê wek Ocaxên Xerbê yên li Behra Spî hebûna osmaniyan li vê derê daye domandin û gelek bi kêr hatine. Cezayir jî wek navenda vê bû."
- "Gel bi kelogirî qala mizgeftê kir"
Kordînatorê Bernameya Cezayirê yê TÎKAyê Orhan Aydin got ku Mizgefta Keçîovaya ji ber ku di nav Mîretayên Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da cih digire zêde mudaxele nekirin û wiha pê da çû: "Hemû xebat bi erêkirin û tevlîbûna saziyên eleqedar ên Cezayirê ra hat kirin. Di vê xebatê da arkeolog, endazyar û mîmarên wezaretan seranserê projeyê tevlî me xebitîn û mêze kirin. Xebata restorekirina mizgeftê bi qasî 3 salan dewam kir û milet ji nêz va li xebatan temaşe dikir. Ji bo şêniyên Cezayirê ev Mizgefta Keçîovayê nîşana serxwebûnê ye. Wextê ez hatim vê derê milet dihat bal min û bi kelogirî qala giringiya vê mizgeftê dikir. Proje ji bo me jî pir girîng e û bi salan e ku em li benda vekirina wê ne."