CEZAYIR
Li Cezayirê, Konseya Destura Bingehîn encamên hilbijartina serokomariyê diyar kir, li gor encamên fermî Serokomarê Cezayirê Evdilezîz Bûteflîka hilbijartin qezenc kir û careke din bû Serokomarê Cezayirê.
Daxuyaniya Serokê Konseya Destura Bingehîn Mûrad Medlesî di televizyoneke fermî de hat weşandin. Medlesî di axaftina xwe de got ku Serokomarê Cezayirê Evdilezîz Bûteflîka di hilbijartinê de milyonek û 531 hezar û 388 ray stend û ev cara çaremîn e tê hilbijartin.
Ji ber hilbijartinê 94 îtiraz li konseyê hatin kirin û piştî nirxandinan ev hemû îtiraz hatin redkirin.
Li Cezayirê pêncşema hefteya borî Wezareta Karên Navxweyî ya Cezayirê diyar kir ku Evdilezîz Bûteflîka ji sedî 83,53 ray stend û hilbijartina serokomariyê qezenc kir.