Haydar Şahin
16 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2017
XEZE
Misrê Deriyê Sînor ê Refahê yê ji bo Xezeya di dorpêça Îsraîlê da deriyê vedibe dinyayê ye ji ber rewşên însanî, xwendekar û kesên mehsûr mane ji du aliyan va ji bo 4 rojan vekir.

Bi sedan kes ber destê sibê li pêşiya Deriyê Sînor ê Refahê kom bûn û ji bo ku bi otobêsan derbasî Misrê bibin sekinîn.

Misrê deriyê sînor vekir û otobêsa ewil ji Xezeyê derbasî Misrê bû.

Misrê roja pêncşemê di daxuyaniya xwe da gotibû ku ew ê Deriyê Sînor ê Xezeyê ji 4 rojan ji çûyîn û hatinê ra veke.
Rêveberiya Misrê ji derbeya leşkerî ya 3yê tîrmeha 2013an vir da hema bêje Deriyê Sînor ê Refahê bi tevahî girtî digre. Deriyê sînor ê ku piştî derbeyê hat girtin di salê da bi tenê çend caran ji bo demên kin tê vekirin.