22 Hezîran 2016•Rojanekirin: 23 Hezîran 2016
KERKÛK
Serokê Giştî yê Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) û Parlementerê Kerkûkê Erşed Salih diyar kir ku li Kerkûkê herêmên tirkmen lê ne ji ber çand û nasnameyê di bin talûkeyê da ne.
Salih got ku piştî DAEŞa rêxistina terorê derket holê li Iraqê di gelek qadan da guherîn çêbû û tesîra wan bûyerên li ser tirkmenan jî ji nûçegihanê AAyê ra nirxand.
Serokê Giştî yê ETIyê Salih ragihand ku li Iraqê herî ewil siyaset û di derên din da jî guherîn zû diqewimin û bi hatina DAEŞê va jî ev yek zêdetir bûn û wiha dewam kir: "Bi taybetî jî ev lez û bez li deverên tirkmen lê dijîn li pêş çavan e. Ji Telafera navçeya Mûsilêya ku li bakurê Iraqê dimîne dest pê bikin heta Mendeliya navçeya Diyalayê yanî li herêma tirkmenan guherînên neyînî pêk hatin."
Parlementerê Kerkûkê Salih îdia kir ku çand û hebûna tirkmenan di bin tesîra ereb û kurdan da dimîne û wida pê da çû: "Çand û nasnameya tirkmenan li herêmên ku lê dijîn di bin tesîra ereb û kurdan da dimîne û diguhere. Ber bi erebtî û kurdîtiyê va diçin."
- Statuya Kerkûkê
Salih ji bo statuya Kerkûkê jî destnîşan kir ku divê ew der ne li ser Iraqê û ne jî li ser Herêma Kurdistanê be, ya herî baş ew e ku Kerkûk xwedî statuyeke taybet be.