Muhammet Kurşun
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2017
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand; "Wext hatiye ku em Qudsê bi awayekî resmî wek paytextê Îsraîlê nas bikin."
Trump li Koşka Spî civîna çapemeniyê li dar xist û biryara xwe ya der barê paytextbûna Qudsê de ragihand.Trump bal kişand ser wê yekê ku "Em wek Amerîkayê çareseriya dudewletî di navbera Filîstîn û Îsraîlê de destek dikin."
Serokê Amerîkayê piştre behsa biryara xwe kir û got: "Wext hatiye ku em Qudsê bi awayekî resmî wek paytextê Îsraîlê nas bikin."
Trump wiha agahî da: "Min talîmat da Wezareta Derveyî da ku amadehiyên neqilkirina balyozxaneya me ji Tel Evîvê bo Qudsê bikin."