Muhammet Kurşun
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2017
ANKARA
Melikê Urdinê Ebdullahê 2em, der barê plana Amerîkayê ya li ser Qudsê de got: "Alternatîfa çareseriya li ser dudewletiyê tuneye"
Melik Ebdullahê 2em piştî civînê digel Serkomar Erdogan di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivî û li ser Qudsê nirxandin kirin.
Li ser hessasiyeta rewşê Qudsê Melik Ebdullah wiha axivî:
"Ji bo derbasbûna ji zehmetiyan divê em bi hev re bixebitin. Quds mijareke muhîm e lê alternatîfa çareseriya dudewletiyê tuneye. Her peymaneke aştiyê dê bandorê li ser hemû herêmê çêke."