Haydar Şahin
06 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2019
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê got, "Xeberên ku dibêjin em ê 12 hezar eskerî bişînin Erebistana Siûdî şaş in, ya rastî derew in."
Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiv da îdiayên dibêjin Amerîka difikire ku 14 hezar eskerî sewqî Rojhilata Navîn bike. Ji ber vê îdiayê Kongre û Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentago) derketibûn hemberî hev.
Trumpê Serokê Amerîkayê di peyama xwe da got, "Xeberên ku dibêjin em ê 12 hezar eskerî bişînin Erebistana Siûdî şaş in, ya rastî derew in."
Wekî mayîn di xeberên çapemeniya Amerîkayê da hatibû gotin ku 14 hezar esker ew ê werin şandin lêbelê Trump di peyama xwe da got 12 hezar esker, ev jî tiştekî balkêş bû.
- Xebera ji bo Rojhilata Navîn sewqiyata eskeran Washîngton tevlihev kir
Rojnameya The Wall Street Journalê rayedarên Pentagonê wekî çavkanî nîşan da bû îdia kiribû ku li dijî tehdîda Îranê Amerîka pîlan dike ku 14 hezar eskerên din jî sewqî Rojhilata Navîn bike.
Li ser vê Josh Hawleyê Senatorê Missouriyê yê Komarparêz Twita rojanemayê parve kir û pê ra got, "Ez dixwazim sedema bi destê Pentagonê şandina 14 hezar eskerî ya ji bo Rojhilata Navîn di rûniştina Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Senatoyê da guhdarî bikim. Gel Pentagonê ji bo şerê ji beja xwe amade dike?".
Alyssa Faraha Berdevka Pentagonê piştî daxwaza Hawley li ser navê Esper daxuyanî da û got, "Rewşa li dinyayê her tim tê nirxandin. Li gor rewş û xebatên dijminên me em hejmara eskerên xwe dinirxînin. Wezîr Esper îro bi James Inhofeyê Serokê Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Senatoyê ra axivî û got ku şandina eskeran di rojeva wan da tune."