Nihat Kavşut
17 Gulan 2017•Rojanekirin: 17 Gulan 2017
WASHINGTON
Qesra Spî ragihand Serokê Emrîkayê Donald Trump û Qralê Urdinê Ebdullahê 2emîn bi telefonê axivîn û hat destnîşankirin herdu serok li ser çareserkirina qeyrana li Sûriyeyê bi berfirehî peyivîn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî da hat diyarkirin Trump û Ebdullah destnîşan kirin wê hevkariya Emrîka û Urdinê dewam bike.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Herdu serok li ser dawîlêanîna qeyrana li Sûriyeyê û tundiyê axivîn. Wek mayîn li ser ziyareta Trump a li Rojhilata Navîn wê bê kirin peyivîn. Serokê Emrîkayê bal kişand ser ewlehî û îstiqrara Urdinê û ji ber têkoşîna dijî DEAŞê sipasiya Qralê Urdinê kir."
Trump piştî dest bi wezîfeyê kir talîmat da têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorî mezin bibe û di vê çarçoveyê da rû bi rû yan jî bi telefonê bi serokên dewletên herêmê ra diaxive.
Donald Trump 19ê Gulanê wê ji Erebistana Siûdiyê dest pê bike û here serdana Îsraîl û Vatîkanê.