Nihat Kavşut
27 Gulan 2017•Rojanekirin: 28 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Vladîmîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê bi têlefonê axivîn.
Li gor agahiyên çavkaniyên Serokomariyê hat destnîşankirin ku Putîn ji bo cardin bû Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan pîroz kir.
Hat diyarkirin Erdogan û Putîn ji xeynî normalîzekirina têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê li ser meseleya Sûriyeyê axivîn.
Hat destnîşankirin herdu serokan jî gotin divê pêvajoya li Sûriyeyê avakirina herêmên bêpevçûn zû bê meşandin.