13 Sibat 2016•Rojanekirin: 14 Sibat 2016
ANKARA
Mensûbên PKK/PYDya rêxistina terorê ya dabeşker ji herêma Maranasê ya ku dikeve başurê rojavayê Azeza girêdayî Helebê gule barandin ser baregeha Akçabaglarê, li ser vê yekê Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) di nav çarçoveya prensîbên angajmanê de bersiva wan da.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin mensûbên PKK/PYDya rêxistina terorê ji herêma Maranasê ya ku dikeve başûrê rojavayê navçeya Azezê gule barandin ser baregeha Akçabaglarê.
Li ser vê yekê hêmanên Hêzên Çekdar ên Tirkan di nav prensîbên angajmanên de bersiva wan da.
Her wiha di saet 14.55an de hêmanên rejimê yên li aliyên Sûriyeyê guleyên hewanê avêtin herêma qereqola Çalibogaziyê.
Li ser vê yekê hêmanên TSKyê di nav prensîbên angajmanê de bersiva wan da.