Fatih Gazioğlu
02 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
QAMIŞLO
Konseya Suryaniyên Dinyayê ji ber ku li Qamişloya navçeya Sûriyeyê sivîlekî ji hêla YPG/PKKyê va hat girtin, bertek nîşanî rêxistinê da.
Konseyê daxuyaniyek nivîskî weşand û destnîşan kir ku YPG/PKKya rêxistina terorê, Silêman Yûsifê Suryanî yê 60 salî ji ber parvekirina nivîseke Facebookê ya ku tê da behsa girtina mekteba Suryaniyan dikir, girtiye.
Di daxuyaniyê da hat gotin 5 terorîst çûne mala Yûsif û ew binvçav kirine û kompîtera wî jî ligel xwe birine.
Di daxuyaniyê da êrîşên dijî sivîlan hatin şermezar kirin û konseyê ji bo berdana Yûsif jî bangî rêxistinê kir.
Konseya Suryaniyên Dinyayê 24ê îlonê jî daxuyaniyek weşandibû ku YPG/PKKya rêxistina terorê hewla kuştina Îsa Reşîdê 30 sal e mamostetiyê dike û Serokê Enstîtûya Nsêbînê û berpirsyarê dibistanên Suryaniyan e kiriye.