Malbata Îbrahîm ji ber êrîşên rêxistina DÎŞIyê li Sûriyeyê 5 caran cihê xwe guherand û cara 6an jî koçî Tirkiyeyê kir.
Sûriyeyiyên ku ji ber şerê di navbera komên kurdan û DÎŞIyê de li Kobanêyê dewam dike direvin, xwe dispêrin Tirkiyeyê.
Malbata Îbrahîm a ku ji 12 kesan pêk tê ji ber êrîşên DÎŞIyê li Sûriyeyê 5 caran koç kir. Malbatê herî dawiyê koçî Kobanêyê kiribû lê belê DÎŞIyê êrîşî Kobanêyê jî kir û malbat ji tirsana her tiştê xwe li wê derê hîşt û xwe siparte Tirkiyeyê.
Malbat di herî dawiyê de ji Yumurtalixa deriyê sînor re derbasî Tirkiyeyê bû. Dayîka Zubeyde Îmbrahîm a ji malbatê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir li bendê bûne ku şer dawî be û rewş aramî be lê belê tu tiştek neguheriyê û welatê xwe terk kirin.
Îbrahîmê destnîşan kir ku li herêma wan her tim şer giran bû wan jî cihê xwe guherand û di vê demê de 5 caran koç kirin.
Îbrahîmê diyar kir ku di dawiyê de koçî Tirkiyeyê kirin û wiha axivî: "Dema ku şer dest pê kir em pêşiyê çûn gundê Mişkulê, ji wir çûn Pindikê. Paşê çûn Gobelekê û ji wir jî hatin Kobanêyê. Piştî Kobanêyê em hatin ser xeta sînor. Em li sînor 14 rojan man. Em li bendê bûn vegerin mala xwe. DÎŞIyê êrîşên xwe zêde kir, bêçare me hemû tiştên xwe li wê derê hîşt û em derbasî Tirkiyeyê bûn."
Îbrahîmê got ku hiş û dilê wan li welatê wan maye û wiha pê de çû:
"Ev 5 mehe em ji mala xwe dûr in û wek koçberan dijîn. Demeke dirêj em li bendê bûn ku bûyer dawî bin û em jî vegerin malên xwe. Ji bo vê jî derbasî aliyê Tirkiyeyê nebûn. Lê belê hêvîdariya me nema û em derbasî Tirkiyeyê bûn. Lewre DÎŞIyê der û dora Kobanêyê girtiye. Ji wan jinên ku bi me re li sînor disekinîn tu kes nema. Hemûyên wan derbasî Tirkiyeyê bûn. Em jî derbas bûn.