Abdullah Tel
21 Mijdar 2017•Rojanekirin: 21 Mijdar 2017
XEZE
Hat ragihandin rêveberiya Misrê biryar da ku Deriyê Sînor ê Refahê heta 3 rojên din jî vekirî bimîne.
Ji Wezareta Karên Sivîl a Filistînê Midûrê Enformasyonê Mihemed el-Muqadîme daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Rêveberiya Misrê ji bo deriyê sînor heta 3 rojên din jî vekirî bimîne, biryar da."
Muqadîme diyar kir ku derî heta 23ê sermawezê roja pêncşemê wê vekirî bimîne.
Misir piştî 10 salî serê vê mehê ji ber "rewşa îstisnaî" Deriyê Sînor ê Refahê yê li Xezeyê bi kontrola rêveberiya Filistînê ji bo herdu aliyan dabû vekirin.