Abdullah Tel
29 Adar 2018•Rojanekirin: 03 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Vê hefteyê li eywanên sînemayê yên Tirkiyeyê 11 fîlm wê bên weşandin.
- "Ready Player One"
Bi derhêneriya Steven Spielberg, fîlmê bi navê Ready Player One yê ku lîstikvanên wek Tye Sherîdan, Olîvîa Cooke, Hannah John-Kamen, Ben Mendelsohn, Mark Rylance, Sîmon Pegg, Lena Waîthe, Wîn Morîsakî û Philîp Zhao dileyîzin wê derkeve pêş temaşevanan.
Di fîlmê ku senaryoya wê ji ber romana Ernest Cline a bi heman navî hatibû weşandin da hat derxistin qala çîroka ciwanekî ku li "OASIS" a alema dijîtal beşdarî pêşbaziyekê dibe, tê kirin.
- "Kickboxer: Bergirîdan "
Di qadroya fîlma Kickboxer: Bergirîdan a ku Dîmîtrî Logothetîs derhêneriya wê kir da Jean-Claude Van Damme, Mîke Tyson, Chrîstopher Lambert, Alaîn Moussî û Sara Malakul Lane cih digirin.
- "12 Şervan"
Di fîlma 12 Şervan a ku Chrîs Hemsworth di rola sereke da dileyîze û tevlî wî Mîchael Shannon, Mîchael Pena, Wîllîam Fîchtner, Elsa Pataky û Taylor Sherîdan jî di qadroyê da ne qala çîroka beşa Hêzên Taybet ên Amerîkayê ku piştî êrîşên 11ê Îlonê şandibûn Efxanistanê dike.
- "Thelma"
Sînemagerê Norveçî Joachîm Trîerê ku berê jî derhêneriya "Reprise", "Oslo" û "31. august"ê kiribû di fîlma "Tehelma"yê da jî berhemeke mîstîk û bidram kişandiye.
Di fîlmê da qala keçikeke ku ji bo zanîngehê bixwîne ji malbata xwe ya mihafizekar vediqete û li zanîngehê dilê wê dikeve ciwanekî, tê kirin.
- "Mala Rihan"
Fîlmê Mala Rihan a wek lîstikvan Petra Bryant, Judson Vaughan, Jasmyn Banks, Arron Blake, Carl Medland û Ross Wîllîam Wîld dileyîzin bi derhêneriya Carl Medland va hatiye kişandin.
- "Perperokan"
Fîlma "Perperokan" a ku Tolga Karaçelîk senaryo nivîsî û derhênerî kir di Mîhrîcana Fîlm a Sundanceyê da di beşa Sînemaya Dinyayê da Xelata Mezin a Juriyê hildabû jî wê vê hefteyê derkeve pêş temaşevanan.
Di fîlmê da Tolga Tekîn, Bartu Kuçukçaglayan, Tugçe Altug, Serkan Keskîn, Hakan Karsak, Ezgî Mola û Ercan Kesal dileyîzin.
- "Strana Gundê me"
Fîlma ku bi derhêneriya Tugçe Soysopê hat kişandin behsa jiyana du zarokên ku li bajêr hatine dinyayê û ji ber biryara bavê xwe bi malbatî vedigerin gund dike.
- "Geremol"
Di fîlma "Geremol"ê ya Omer Faruk Yardimci kişand da lîstikvanên wek Hakan Merîçlîler, Açelya Topaloglu, Şînasî Yurtsever, Ayhan Taş, Burak Satibol û Koksal Engur dileyîzin û behsa jiyana kesekî ku berê navdar bûye dike.
-"Biryareke Zor"
Di fîlmê da qala çîroka Eylem a ku tevî bav, xwîşk û birayên xwe li Hekariyê dijî û di atolyeya xalîçeyan da dixebite tê kirin. Senaryo û derhêneriya fîlma ku ji ber destê Ender Ozkahraman derbas bû da Şukran Akti, Kemal Seven, Feyyaz Duman û Berîvan Bîral dileyîzin.
- "Kabûs"
Fîlmê tirsê yê xwemalî yê ku bi destê Tuncer Gurbuz hat kişand li ser halê derûniya keçikeke piştî mirina dayika xwe ketiye nav, dike.
- "Sagû & Pagû"
Li eywanên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê fîlmê anîmasyonê yê xumalî ku Engîn Başturk kişandin jî wê bên nîşandan.