29 Adar 2018•Rojanekirin: 30 Adar 2018
EFRÎN
Li Efrîna ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê ji terorîstan hat paqijkirin, ji bo ku jiyan normal bibe xebat dewam dikin. Terorîst beriya ku birevin zirar dan Bendava Meydankê ku ava Efrîn û Ezezê ji vê bendavê diçe. Ekîbên ku ji Tirkiyeyê çûn wê bendavê temîr bikin.
Li ser hidûd û herêmê ji bo ewlekarî û îstiqrarê, li herêma Efrînê jî ji bo berterefkirina mensûbên PYD-YPG/PKK/KCK-DEAŞê û her wiha ji bo ku xelkê herêmê ji zilm û zordestiya rêxistinên terorê xilas bibe, Artêşa Tirkiyeyê 20ê rêbendanê roja şemiyê di saet 17.00î da Operasyona Çiqlê Zeytûnê" dabû destpêkirin û operasyon dewam dike.
Piştî ku Efrîn ji terorîstan hat paqijkirin, ji bo normalbûna jiyana navçeyê xebat jî didomin. Li herêmê saziyên alîkariya însanî xida û xurekê germ bela dike û ji bo çareserkirina pirsgirêkên binesaziya herêmê xebat jî didomin.
Terorîst beriya ku birevin zirar dan Bendava Meydankê ku ava Efrîn û Ezezê ji vê bendavê diçe. Ekîbên Karên Avê ya Dewletê çûn herêmê. Piştî xebatan hat gotin ku pirsgirêk wê di demeke kin da were çareserkirin û zirareke din ya ku terorîstan da navçeyê jî wê were helkirin.