Önder Beyter
14 Îlon 2017•Rojanekirin: 14 Îlon 2017
BEXDA
Meclisa Iraqê li ser daxwaza Serokwezîr Heyder el-Ebadî dengdayîn kir. Di encama dengdayînê da Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm ji wezîfeyê hat hildan.
Waliyê Kerkûkê Kerîm, bi biryara Encumena Kerkûkê Alaya Herêma Kurdistana Iraqê li saziyên resmî bilind kiribû. Biryara ji aliyê Kerîm hatibû wergirtin bûbû sedemê nerazîbûna Bexdayê.
Digel vê Encumena Kerkûkê biryar da ku beşdarî referandûma serxwebûnê bibe.