Destûr nayê dayîn ku rojnamevanên ereb û biyanî ji bo ragihandina rewşa bajêr bikevin nav bajêr. Lê nûçegihanê AAyê ji gundê Başîkayê texsiyek kîrê kir û bi wesfê niştecihê Mûsilê li bajêr geriya.
Li Mûsilê wesayîtên leşkerî yên şewitî û avahiyên ku kavil bûne tên dîtin û di ketina Mûsilê de tê dîtin ku flamaya DÎŞIyê dilive.
Komên çekdar di kolanên sereke yên bajêr û sûkan de gelek hene. Wesayîtên polês û leşkeran ên ku hatin bidestxistin jî ji aliyê hêzên ku ji milîtanên çekdar ên herêmî û DÎŞIya rêxistina terorê ve tên bikaranîn.
-Pevçûn rawestiyan
Li bajêr beriya niha her dem êrîşên çekdar dibirin ser sivîl û hêzên ewlehiyê, lê niha tê dîtin ku li bajêr pevçûn rawestiyane.
Welatî ji ber peydanekirina neft û cureyên neftê gilîdar in û dibêjin ku ji bo pehtina xwarinan gaza tûpê jî peyda nabe. Niştecihên herêmê ji ber ku bihayê lîtreya benzînê ji 500 dînarî (50 cent) derket 2 hezar dînarî (2 dolar), gaza tûpê jî ji 4 dolaran derket 30 dolarî, gilîdar in.
Karmendan jî destnîşan kir ku ew piştî daxuyaniya rêvebiriya herêmî ya 'dê li herêmên şer mehane neyên dayîn' bi fikar in û dixwazin ku mehaneyên wan demildest bên dayîn.
Karmendan diyar kir ku niha tu derfeta wan ji bo karekî din tuneye û gotin ji ber ku mehaneyên me nehatin dayîn em gelek ketin tengasiyê.
Li sûk û kolanan xebitîna rûtîn berdewam dike û bala mirov dikşîne ku li kolan û kûçeyan jin tune ne û kesên çekdar bi maskeyan digerin.
Li welêt ev demek e ku pevçûn hene û valahiya otorîteyê heye, milîtanên DÎŞIyê û hêzên hin eşîran, digel bajarên wekî Mûsil, Tîkrît, Bakûba û Telaferê navçeyên Enbar, El-Qaîm, Rawe, Aneh, Ratbe û Hadîseyê jî bi dest xistibûn. Ji ber pevçûnan bi qasî milyonekî welatiyên sivîl mecbûr mabûn ku koç bikin.