Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Yekîtiya Aliman, Lijneya Bilind a Fetwayê li ser pirsan, der barê rewşa pêşmergeryên li eniyê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Pêşmerge ji ber ku li herêma şer e wekî seferî tê qebûlkirin. Xeynî vê, şerê germ xwedî mercên taybet in. Ji ber vê dikarin di meha remezanê de rojî negirin û şûnde qeza bikin."
Li ser pirsên welatiyan, Lijneya Bilind a Fetwayê der heqê nimêjkirina pêşmergeyan a li eniyan de jî wiha fetwa da:
"Pêşmerge di wextê şer de serbest in ku li gorî şert û mercên xwe tevbigerin. Dikarin nimêjan cem bikin an jî qeza bikin. Dema ku pevçûn rawestiya û feraqetî çêbû divê nimêja xwe tam û di wextê xwe de bikin. Lêbelê heke ku tirsa pevçûn û rûbirûmayînê hebe dikarin nimêjên xwe li ser hevdu (cem) bikin."